TR KU SO
FB X
Cîhan

Tuma Çelîk ji HDPê hat îxrackirin

Admin H
Nivîskar
📅 20 tîrmeh 2020 21:20

PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Parlamentarê Mêrdînê yê Suryanî ku bi tohmeta destdirêjiya jinekê hatibû rojevê û çend roj berî îstifaya xwe dabû, ji partiyê îxrac kir.

Hatibû îdiakirin ku Tuma Çelîk dema xebatên hilbijartinê tecawizî jinekê kiriye û derheqê wî de doz hatibû vekirin.

Wekîlê Serokê Koma HDPê li Parlamena Tirkiyê Saruhan Oluç, piştî civîna Desteya Dsîplînê ya Partiyê ragihand ku Tuma Çelîk ji HDPê hatiye îxrackirin.

Çelîk di îstifiya xwe de, tohmetên tecawizê wekî îftira bi nav kiribû û gotibû, ji bo partî zirar nebîne ew îstifa dike.

Parve bike: