TR KU SO
FB X
Cîhan

TUSAŞ: Îspanya plan dike ku 15 heb balafirên HÜRJET ji Tirkiyê bikire

Admin M
Nivîskar
📅 13 cotmeh 2026 18:59

PeyamaKurd – Rêvebirê giştî yê TUSAŞê Mehmet Demiroğlu ragihand ku dewleta îspanya balafira bi navê

HÜRJETê ya ku TUSAŞ hilberîna wê dike gelek ecibandiye, ji wan 30 heb kiriye û niha dixwaze 15 hebên din jî bikire. Demiroğlu got:

“Îspanya 30 heb HÜRJET kirî û me hêj teslimata wan ya hêzên hewayî ya Îspanyayê nekiriye. Me peymanê îmza kir. Em dixebitin da di sala 2028an de teslîm bikin. Ji bo 15 hebên din bikirin plan dikin. Teslîmatên me îsal destpêkirin û em ê bişînin Azerbeycanê.”

Demiroğlu ragihand ku 16.500 xebatkarên TUSAŞê hene temamê hilberîna KAAN, HÜRJET, HÜRKUŞ, helikopter, drone û peykan di yek kampusekî de tên kirin.

Parve bike: