TR KU SO
FB X
Cîhan

UAEA ultîmatoma nuklerî da Îranê: Yekser bersivê bidin

Admin M
Nivîskar
📅 10 hezîran 2026 22:41

PeyamaKurd – Rêvebiriya Ajansa Enerjiya Atomî ya Navdewletî (UAEA), li ser xebatên Îranê yên nuklerî biryarekî tund da û ji Îranê xwest ku di derbareyê heyiyên ûranyûmê û tesîsên ûranyûmê de agahiyan bide.

Tehranê biryarê bi ‘dehfdanekî bi henekî’ navand.

Ajansa enerjiya atomî xwest ku ew nezelaliya li ser ûranyûmê heye, zelal bikin û agahiyê bidin. Biryar li ser daxwaza Îngîltere, Fransa, Almanya û Amerîka de hat amadekirin û di civîna ku 35 endam tê de hene, bi dengdana 21 welatan qebûl bû.

Di biryarê de hat gotin ku rêvebiriya Tehranê di seha nuklerî de temamê xebatên xwe bi zelalî bi ajansê re parve bike û sehayê ji bo kontrola mufetîşan veke.

Ajans, bi rêjeyan doneyên teknîkî parvekir û ciddîyeta rewşê danî ortê. Texmîna Ajansê ew e ku di destê Îranê de 440 kîlo bi dereca safî ya %60 ûranyûm heye. Pispor dibêjin ku ev derece tenê dereceyekî maye ku bigihê asta çêkirina çekên nuklerî.

Di sala borî de Îranê yekalî kontrola ûranyûmê dabû rawestandin. Ev jî civaka navdewletî xistiye nav endîşeyê.

Dîplomatên Îranê yên Viyanaye ajansê bi tevgera siyasî sûcdar kirin û gotin ku biryar wê bi xwe re çareseriyê neyne û gengeşê zêdetir bike.

Parve bike: