Ukrayna: Ew der, ji bo Rusan cihekî sembolîk e
PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Ukraynayê Oleksiy Reznikov ragihand ku artêşa Rusyayê di şerê bajarê Bahmutê yê li rojhilatê Ukraynayê de derbeyên giran xwarin.
Oleksiy Reznikov, ji rojnameya Bild am Sonntag a Almanyayê re got, "Mirî û birîndarên Rusyayê, rojane digihîjin 500î.”
Reznikov da zanîn ku Bahmut ji bo Rusan "cihekî sembolîk e" û ji ber vê yekê ew ji bo desteserkirina bajêr hewildanên mezin didin.
Ev hejmarên kuştî û birîndarên Rusyayê yên li Bahmutê ku bi mehan şerekî giran lê qewimî, bi awayekî serbixwe nehat piştrastkirin. Bi taybetî endamên koma paramiliter a Rusyayê Wagner, li vê herêmê çalak in.
Rêberê Wagner Yevgeny Prigojin ku nêzîkî Kremlînê tê zanîn, ji girtiyên li girtîgehên Rusyayê re pêşniyaz kir ku li Ukraynayê beranberê efûyê şer bikin.
Li gorî rêxistina nehikûmî ya “Rusya di pişt çovên girtîgehê de ye” tenê 10,000 ji 50,000 çeteyên ji zindanan hatine komkirin, hîn li eniyê ne. Yên mayî hatin kuştin, birîndarkirin, girtin an jî hatine terikandin.