TR KU SO
FB X
Cîhan

Ukrayna: Rûsya cîhanê rûbirûyî birçîbûnê dike

Admin H
Nivîskar
📅 08 tîrmeh 2022 21:21

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba îro Înê 8ê Tîrmehê bi rêya vîdyokonferansê beşdarî Wezîrên Derve ya Lûtkeya G20an a li bajarê Balî yê Endonezyayê bû.

Kuleba, di civîna G20an de got ku Rûsya lîstikên birçîkirinê dilîze û nerazîbûn ji vexwendina Rûsyayê bo lûtkeyê re nîşan da û diyar kir, divê cihê Moskowê di ti forumeke navneteweyî de tune be.

Kuleba da zanîn ku mafê civaka navneteweyî tune ku bihêle Rûsya cîhanê bi bihayên bilind yên enerjî û xwarinê re rûbirû bihêle.

Parve bike: