Urdinê, îzna rûniştinê neda 2 dîplomatên Îranê
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Urdinê Eymen es-Safedi ragihand ku ji bo berjewendiyên welatê Urdinê îzin û akredîtasyonê nedane mayîna 2 dîplomatên Îranê li Urdinê. Wezîr got ku Urdin li ser parastin û ewlehiya herêmê hûr bûn e.
Wezîr es-Safedi daxwuyaniya xwe di televizyona dewletê ya El-Memleke de da û li ser şerê di navbera Îran û DYA-Îsraîlê de raveyan kir. Safedî got:
“Di vî şerî de Urdin teref nîne lê bandorê ji şer girtiye. Ji bo berjewendiyên welatê xwe, xwe daye ser parastina ewlehî û aramiya welatê xwe. Ji welatê me ji bo ser Îranê êrîş nebûne lê Îran Urdinê û temamê welatên herêmê kir hedefa xwe.”
Wezîr ragihand ku divê êrîşên ser Urdinê rawestin, vêya ji Tehranê re gotine, li Urdinê baregehên leşkerî yên welatên biyanî nînin lê ji bo welatên dost ji bo hêzên leşkerî malxweyiyê dikin. Safedî weha dewam kir:
“Ji roja ku teror li herêmê zêde bûye, di çarçova peymanan de, ji welatên dost û hevkar hêz li Urdinê hene û me vêya veneşartiye. Hebûna van hêzan zerarê nade desthilat û erka dayîna biryaran ya Urdinê. Tenê peymanên bergiriyê di navbera me de hene.”
Safedi got ku di balyozxana Îranê ya Ammanê de maslahatguzar û dîplomatên din yên Îranê hene lê weka sekna li hemberê siyaseta Îranê, red kirine ku îzna dîplomatekî Îranê dirêj bikin û akreditasyonê nedane dîplomatekî dinê yê Îranê.
Safedi, her weha got ku berya şerê niha, Urdinê hewl daye ku bi Îranê re têkiliyên baş deyne.