Cîhan
Vê carê kustiyên Hûsiyan zêdene
PeyamaKurd- Li Yemenê şerê navbera Hûsiyan û dewletê dewam dike. Di şerê vê dawiyê de jimara kuştiyên ji Hûsiyan giha 25 kesî.
Artêşa Yemenê ragihand ku li bajarê Beydayê de, şer derket û di encamê de 25 kes ji Hûsiyan hat kuştin. Di encama şer de 5 kes jî dîl hatine girtin. Li bajarê Lahîcê jî gelek ciyên stratejîk ketine destê hêzên dewletê.
Bajarê Beydayê ev demeka dirêje di navbera hêzên Hûsiyan û dewletê de meydana şer e.