Kurdistan
Dema pincarê diçinî ket jêr û helikopter wî bir nexweşxanê
PeyamaKurd – Li bajarê Hakkariyê li Wadiya (Dola) Helelê Musluhettin Sayın (51) wexta pincarê diçinî di zinar de ket jêr û lingê wî şikiya. Bi helîkoptera leşkerî wî ji ciyê qezayê birin nexweşxana dewletê ya bajarê Hakkariyê.
Sayın wexta ku ket, xeberê dan tîmên tenduristiyê û AFADê. Ji ber ciyê ketina wî çiya bû û xwegihandina wî zahmet bû, parêzgeriya Hakkariyê helîkoptera leşkerî jê re şandin û wî birin nexweşxanê. Rewşa wî ya niha baş e.