Kurdistan
Jinekî dema li çiya pincarê diçinî, ji zinar de ket û can da
PeyamaKurd – Li bajarê Hakkariyê li navça Geverê li gundê Hirminê (Onbaşılar) dema xelk li çiya pincarê diçinî, jinekî ji zinar de ket jêr û dema wê birin nexweşxanê li nexweşxanê can da.
Bi hatina Baharê re xelk ji xwe re giyayên ji bo penêr û ji bo derman diçinin û bi vê armancê jina bi navê Naime Yalçın (45) jî yek ji wan bû ku derketibû çiya ji bo çinîna giya û pincarê. Yalçın mêzên axwe wenda kir û ji bilindahiya 15 metreyan ji çiya de ket jêr.
Tîmên pêwendîdar heya ciyê erebe diçûyê çûn û jê û pêde bi çiya de hilkişiyan. Naime Yalçın ji aliyê tîmên UMKE de, di nav zinaran de birîndar hat dîtin. Bi sedye wê birin heya ber erebê û paşî birin nexweşxana dewletê ya Geverê. Lê Naime Yalçın li nexweşxane can da.