TR KU SO
FB X
Cîhan

VIDEO | Xamaney li ser termê Silêmanî giriya

Admin H
Nivîskar
📅 06 rêbendan 2020 19:06

PeyamaKurd – Îro li Tehran a paytexta Îranê bi beşdarîya payebilindên Îranê û Rêberê Olî Elî Xamaney merasîmek li ser termên Qasim Silêmanî û kuştiyên din ên Heşda Şeibî û Supaya Pasdaran hat lidarxistin.

Di merasîmê de Rêberê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xaminêy, li ser termê Qasim Silêmanî giriya û rondik barandin.

— خبرگزاری مهر (@mehrnews_fa) January 6, 2020

Di merasîmê de gelek serok û rêveberên siyasî û leşkerî yên Îranê û bi sed hezaran kesan beşdarî kir.

Hat zanîn ku piştî merasîmê dê termên Silêmanî û kesên din ên 3yê Çile li Bexdayê ji aliyê Amerîka ve hatine kuştin, bo bajarê Qum ê başurê Îranê werin şandin ku ew bajarekî ayînî ye.

Wê termê hermê Qasim Silêmanî piştî merasîmên li Îranê, roja Sêşemê li bajarê Kirmanê were definkirin.

Parve bike: