VIDEO | Pêl alên Îsraîl û Amerîkayê nekirin û gotin, Silêmanî qatil e, Xamaney xayîn e!
PeyamaKurd – Doh şemiyê careke din gelê Îranê rabû ser piyan û rejîma Îranê protesto kir û li dijî dîktatoriyê diruşmên xwe qerîyan.
Piştî xistina bi şaşî ya balafira Ûkraynayê ku 176 kesan tê de can da û li pey 3 rojan rêveberiya Îranê li xwe mikur hat ku wan bi fuzeyê bi şaşî balafir xistiye xwarê, li Tehranê xwepêşandanên protestokirina rejîmê hatin lidarxistin.
Hevdem dema xwepêşandanan binçavkirina balyozê Brîtanyayê yê Tehranê Rob Macaire jî krîzeke navdewletî derxist holê.
Di protestoyan de xwepêşander dibêjin ku di protestoyên beriya niha yên li dijî bilindbûna nirxa benzînê de ku veguheriyabûn dijberiya rejîmê jî hezar û 500 kes zêdetir hatine kuştin.
Di xwepêşandanên doh yên xwendekaran a zanîngehên Şerîf û Tehranê qurbaniyên balafirê hatin bibîranîn ku li dijî rejîmê jî diruşm hatin qêrîn.
Dema xwendekarên Zanîngeha Beheştî ya Tehranê rejîm protesto dikirin, rêveberiya zanîngehê alên Amerîka û Îsraîlê danîbûn erdê daku pêl bikin, lê xwendekaran pêl wan alan nekir.
Di xwepêşandanan de, diruşma herî balkêş ya gelê Îranê ew bû ku digotin, ‘Silêmanî (Qasim) qatil e, rêber (Xamaney) xayîn e!’.