TR KU SO
FB X
Cîhan

Walîtiya Stenbolê: Heya niha 12 hezar 474 koçberên neqeydkirî hatine sandin

📅 01 tebax 2019 16:45

PeyamaKurd - Walîtiya Stenbolê derbarê xebata koçberan de daxuyaniyeke nivîskî da. Li gorî daxuyaniya walîtiyê 12 hezar 474 koçberên neqeydkirî hatine şandin.

Walîtiyê di daxuyaniya xwe de gotiye ku di navbera 12 û 31ê Tîrmehê de 12 hezar û 474 koçberên ku bi awayekî neyasayî hatine li Stenbolê û bi cî bûne, bi şunde hatine vegerandin.

Di daxuyaniyê de her wiha hatiye diyar kirin ku 2 hezar 630 Sûriyeyîyên ku li tu cihî qeyda wan tine bo kapman hatine şandin.

Parve bike: