Cîhan
Washington wê bi qasî 336 milyon dolar alîkarî bide Venezuelayiyan
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîka Ned Price da zanîn, Washington wê bi qasî 336 milyon dolar alîkarî bide Venezuelayiyan.
Price eşkere kir, 247 milyon dolar wê ji bo alîkariya mirovî û 89 milyon dolar jî wê ji bo aborî û pêşdeçûna Venezuelayiyan were xerckirin.
Herwiha destnîşan kir, li hindurê Venezuela wê ji 7 milyon kesên hejar pirtir, li derveyî wir jî 5,7 milyon Venezuelayiyên li 17 welatan bûne penaber, alîkariyê bistînin.
Li gor daxuyaniya Price, Amerîka wê piştgiriya komên alîkariyê didin Venezuelayiyan jî bike.