Wê Talîban zilamên ku jin û keçên wan Burkayê li xwe nekin ceza bike
PeyamaKurd – Rêveberiya Talîban a Afganistanê demek berê biryara Burka û çarşefa reş bo jinan derxistibû.
Li gorî zanyariyên medya Afganî li gorî biryara hatiye derxistin, wê bi sedema jinên ku Burka û çarşef li xwe nekiribin mêrên wan jî bêne cezakirin.
Di biryara Wezareta bi navê Wezareta Parastina ji Xirabatiyan û Vexwendina Başiyê ya Afganistanê hatiye ragihandin de, xwe nixumandina jinan bûye neçarê û divê hemû bedena wan jî nixumandî be.
Herwiha hatiye gotin, yên ku li gorî biryar û qaîdeyan tevnegerin jî wê zilamên wan pêşî bên hişyarîkirin û heger guh nedin hişyariyê jî wê 3 roj cezayê girtîgehê li ser wan bê sepandin.
Dîsa li gorî biryarê, heger piştî hepsa 3 rojan jinên wê malbatê li gorî rêzikên xwe nixumandinê tevnegerin, vê carê jî wê zilamê sermiyanê malê derxin pêşberî dadgehê. Lê belê hîn cezayê piştî dadgehkirinê nehatiye diyarkirin.