TR KU SO
FB X
Cîhan

Wê Zîrwe ya G7 ê bi vîdeokonferansê çêbibe

Admin M
Nivîskar
📅 21 adar 2020 03:26

PeyamaKurd- Bi sedema belavbûna koronavîrusê, konferansa G-7 ya ku di meha hezîranê de li Amerîkayê çêbibe, biryar hat dayîn ku di rêya vîdeokonferansê de çêbibe. Berdevka Koşka Sipî Judd Deere, bo çapemeniya Amerîkayê ragihand ku zîrwe ya ku wê di 10-12 ê hezîranê de li Camp David ê bêkirin, biryar hat dayîn ku bi rêya vîdeokonferansê bê çêkirin.

Deere, ragihand ku wan endamên G-7 ê, bi sedema endîşe ya koronavîrusê, di mijara vîdeokonferansê de agahdar kirine. Berê jî konferansa wezîrên karên derve û wezîrên darayî yên G-7 ê, di rêya vîdeokonferansê de civîna xwe kiribûn.

Parve bike: