Cîhan
Wekîla HDPê hate texlîyekirin!
PeyamaKurd- Wekîla HDPê Leyla Gûven ya ku di girtîgeha Diyarbekirê de bû, hate texliyekirin. Leyla Gûven di 24ê Hezîranê de di lîsteya HDPê de kete parlamentoyê de.
Leyla Gûven piştî ku wekîltiya Colemêrgê bi dest xist, ji bo wê; biryara texliyê derket. Berî niha bi 6 mehan bi sûcdarkirina “Rêvibiriya Rêxistinê û sazkirin û birêvebirina rêxistinê” hatibû girtin.
Li gorî agahiyan Leyla Gûven ji bo texliyê, serî li Dadgeha Cezayên Giran ya 9emîn da. Dadgehê jî ji bo texliyekirinê biryar da. Leyla Gûven Seroka Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) bû. Meral Daniş Beştaş û Serpil Kemalbay li ser twitterê ragihandin ku Leyla Gûven hatiye berdan.