Wezareta Dadê ya Tirkiyê Serokatiya Tawanên Kiryar Nediyar ava kir
PeyamaKurd - Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Akin Gurlek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî eşkere kir ku wan ji bo xurtkirina sîstema dadweriya cezayê gavên nû avêtine û di bin banê wezaretê de Serokatiya Lêkolînkirina Sûcên Kiryar nediyar hatiye avakirin.
Gurlek got ku armanca wan a sereke bidestxistina encamên bilez û bi bandor e di pêvajoyên hiqûqî de. Di vê çarçoveyê de, Wezaretê dest bi avakirina saziyên nû û nûjenkirina binesaziya heyî kiriye daku baweriya civakê bi edaletê xurtir bibe û dozên li benda encamê ne di demek kurt de werin bi dawî kirin.
Wezîr Gurlek bal kişand ser dozên ku di wijdanê civakê de birînên kûr vekirine û got: "Ji bo ronîkirina bûyerên kiryar nediyar, mîna lêkolîna Gulistan Doku, em kapasîteya xwe ya saziyî bêtir xurt dikin."
Gurlek tekez kir ku lêkolînkirina van dosyayan bi awayekî hûr û kûr erkeke sereke ya dewletê ye û ew ê hemû derfetên teknîkî û hiqûqî seferber bikin daku ti guman di dilê malbatan û raya giştî de nemîne.