TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezareta karên hundir ya Almanya mafên multeciyên Sûriyê betal dike

Admin M
Nivîskar
📅 25 îlon 2026 15:32

PeyamaKurd – Hukumeta Almanya ragihand ku şertên jiyanê yên Sûriyê baş bûne û dê ast bi ast Sûriyeyiyên ku li Almanya dimînin û îqame dane wan, dê wan vegerînin Sûriye.

Daîra multeciyan ya Almanya (BAMF), ji meha Hezîranê de dest bi betalkirina îqama Sûriyeyan kiriye û wê pêvajoyê di mehên Payîzê de firehtir bikin.

Li ser mijarê Rûdaw bi berdevkê wezareta karên hundir yê Almanya re axifiye û berdevk gotiye ku biryara dawiyê BAMFê daye. Berdevk gotiye:

"BAMF, berê ji ber şertên jiyana li Sûriyê xerab bû, mafê jiyanê dabû gelek kesên ji Sûriyê lê ji nîvê Hezîranê bi şûn de dest bi betalkirina wan mafan kiriye û ji ber şertên Sûriyê baş dibin, wê pêvajoyê firehtir bikin.”

Berdevkê wezaretê Alexander Throm ragihandiye ku dagera Sûriyeyiyan teşwîq dikin, kesên dagerin pere didin wan ku ew pere li dora 1000 euroye û ji dagerandina bi zorê rihettir û erzantir e. Throm weha dewam kir:

“Kesên bi serê xwe seyahet dikin, naxebitin û desteka civakî distînin, rewşa wan vedikolin û îqama wan betal dikin. Ji bo doktor û kesên li nexweşan dinêrin û yên weka wan, dê ji wan re derfetên mayînê bidin.”

Li gor rêjeyên 31 Temmûz 2026an; li Almanya ji Sûriyê 912 hezar û 386 welatiyên Sûriyê hene. Ji wan seredana 14 hezar û 579 kesan red kirine û divê terka Almanya bikin. 450 hezar Sûriyeyî ji dewletê raste rast destekê distînin.

Parve bike: