Wezîr Akın Gürlek: “2 karkerên me jiyana xwe ji dest dan”
PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Manisa li navça Somayê di kargeha madenê de hilweşandin çêbû û di encamê de 2 karker jiyana xwe ji dest dan. 2 karkerên ku ji bin erdê derxistin wan şandin nexweşxanê û ji bo 3 karkerên ku di bin axê de mane, ji bo rizgarkirina wan xebat dewam dikin.
Li ser rûdanê wezîrê dadê yê Tirkiyê Akın Gürlek ragihand ku lêpirsînê daye destpêkirin û 3 dozgeran wezîfedar kiriye.
Rûdan, îro seet di 13.15an de qewimiye, 7 karkerên ku ji rûdanê bandorê girtine ji wan 4 karkeran tehliye kirine. 2 karker can dane, 2 karkeran şandine nexweşxanê û ji bo rigarkirina 3 karkeran xebata wan dewam dike.
Ji bo rizgarkirina her 3 karkeran xebatên tîman bê navbir dewam dike. Hat ragihandin ku her 2 karkerên şandine nexweşxanê rewşa wan baş e.