TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîr Faîk: 179 koçberên din vegeriyan herêma xwe

Admin L
Nivîskar
📅 24 sibat 2023 14:00

PeyamaKurd – Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Faîk ragihand, 179 koçberên din ên navxweyî vegeriyane herêmên xwe.

Wezîr Faîk diyar kir, 179 penaberên din ên ji kampa pêncemîn a Cîdde ya Mûsilê vegeriyane malên xwe yên li Kerkûk û Mûsilê.

Faîk destnîşan kir, vegerandina koçberan di çarçoveya bernameya "vegerandina malbatên koçber ji bo malên xwe" de hatiye kirin.

Wezîra Koç û Koçberan Faik roja Çarşemê ragihand, 1650 penaberên din ji Mûsilê vegeriyane malên xwe.

 
Parve bike: