Wezîrê berevaniyê yê Îranê bi hemkarê xwe yê Ermenistanê re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Wezîrê berevaniyê yê Îranê Muhammed Riza Aştiyani bi hemkarê xwe yê Ermenistanê bi Suren Papikian re li Tehranê hevdîtinekî kir. Di hevdîtinê de li ser rewşa her dû welatan û li ser rewşa herêma Qafqasyayê axifîn.
Li gor ajansa fermî ya Îranê IRNA yê; di hevdîtinê de behsa xwurtkirina têkiliyên navbera welatên cîran û bi taybetî ciyê Ermenistanê li cem Îranê yê taybet ji terefê Aştiyanî de hat ragihandin. Aştiyanî got ku hevdîtinên raste rast yên di navbera Ermenistanê û Azerbeycanê de, aştiya mayînde destek dike û weha dewam kir:
“Di derbarê ewlehiya herêmê de divê ewlehî di herêmê bi xwe de bê bicîhkirin û tevgerên welatên herêmê yên di derveyê vî qaîdeyî de nayên qebûl kirin. Divê îstîqrar û aramiya herêma Qafqasyayê nebe seha dewletên di derveyê herêmê de û em îznê nedin wan.”
Wezîrê Ermenistanê jî ragihand ku ji bo ewlehiya herêmê bi Îranê re di heman fikrê de ye. Papikian weka çawa wezîrê Îranê got ku divê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de divê aştiyê xwurt bikin û têkiliyên dostane firehtir bikin, tevlî fikra Aştiyanî dibe.