TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê: Em efû dernaxin

Admin M
Nivîskar
📅 02 hezîran 2018 20:57

PeyamaKurd- Wezîrê dadê yê Tirkiyê Abdulhemîd Gül, li ser mijara ku berya cejna Remezanê efû derê got: “Di rojeva me de efû tine ye.”

Do, serokê partiya MHPê Devlet Baxçelî di beyana xwe de ragihand ku ew hêvî dikin berya cejna Remezanê bi erêkirina temamê partiyên Tirkiyê efû derê û kesên di zîndanan de herin malên xwe.

Wezîrê Dadê Abdulhemîd Gül, li bajarê xwe li Entabê di bernameyekê de mijara efûyê ragihand. Di vateyekê de ev bû bersiva Devlet Baxçelî ku wê ev hukumet efû dernexe lê esas biryar, her dem aşkera bûye ku ya serokkomarê Tirkiyê Tayip Erdoxan e.

Di zîndanên Tirkiyê û Kurdistanê de niha 235 hezar zîndanî hene û serokê partiya MHPê Devlet Baxçelî xwestibû ku berya cejna Remezanê efû dere.

Parve bike: