Cîhan
Wezîrê Pakistanê birîndar bû
PeyamaKurd- Wezîrê karê derve yê Pakistanê Ehsen Îkbal bi êrîşeka çekdarî birîndar bû. Bûyer li Pancabê di xwepêşandana hilbijartinê de çêbû. Îkbal bi gulê, ji girmila xwe birîndar bû.
Bi sedema ku êrîş di dema hilbijartinan de ye, dibe ku êrîş bi xwe siyasî be. Berdevkê hukumetê Maîk Ahmed Xan ragihand ku talûka jiyana Îkbal tine ye û êrîşker jî hatiye girtin.