TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîrê Sûriye piştî 19 salan seredana Pakistanê kir

Admin M
Nivîskar
📅 20 tebax 2026 14:48

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Sûriyê Şeybanî piştî 19 salan bi seredanekî fermî çû Pakistanê. Seredana fermî ya herî dawiyê di sala 2007an de ji aliyê wezîrê Sûriyê Welîd Muallim de hatibû kirin.

Şeybanî, di seredana xwe ya Pakistanê de bi hemkarê xwe yê Pakistanê bi Îshaq Dar re hevdîtin kir û li ser xwurtkirina têkiliyan û mijarên herêmê axifîn.

Esad Hasan Şeybani, li Pakistanê ji aliyê wezîrê karên derve yê Pakistanê Îshaq Dar de hat pêşwazîkirin. Her dû wezîr hevdîtinekî samîmî û erênî kirin.

Piştî her dû wezîr bi serê xwe hevdîtin kirin, paşî heyetên her dû dewletan civiyan û li ser mijarên herêmê axifîn.

Di civînê de bi taybetî li ser kîjan mijaran axifîn nehat ragihandin.

Parve bike: