Cîhan
Wezîrê ragihandin û binesaziyê yê Tirkiyê ji kar hat dûrxistin
PeyamaKurd - Wezîrê ragihandin û binesaziyê yê Tirkiyê Mehmet Cahit Turhan ji kar hat dûrxistin û li şûna wî Adil Karaismailoglu hat erkdarkirin.
Bi biryara Serokomariya Tirkiyê, wezîrê ragihandin û binesaziyê yê Tirkiyê Mehmet Cahit Turhan ji kar hat dûrxistin û li şûna wî Adil Karaismailoglu hat erkdarkirin.
Ev biryara serokomariyê îro di rojnameya fermî ya Tirkiyê de hat weşandin û ket meriyete.
Karaismailoglu serokatiya daîreya emlakê yê girêdayî TOKIyê kiribû û herî dawî wekî cîgirê wezîrê ragihandin û binesaziyê yê Tirkiyê kar dikir.