Wezîrê Tirk parvekirina 'qirêj' a bo Basak Demirtas sermezar kir...
PeyamaKurd - Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamît Gul, li ser parvekirina endamekî AKPê ya heqaret û bêterbiyetiya li hevjîna Selahettîn Demirtaş, Başak Demirtaş hatiye kirin daxuyanî da.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê li ser twitterê got, “Ez wê parvekirina qirêj şermezar dikim û naletê li wê çalakiya bê ehlaqî û xirabkar tînim. Namûs û rûmeta mirovekê li ser her tiştî ye. Wê hiqûq li hemberî van gotinên bêterbiye û provokatîf çi pêwîst be bike.”
Endamekî partiya deshilatdar a Tirkiyê AKPê Vedat Yazicî, li ser twitterê di parvekirineke xwe de êrîş Selahettîn Demirtaş ku niha li Girtîgeha Edirne girtiye kiribû û gotinên, nexweş û bêterbiye li hember hevjîna wî Başak Demirtaş bikar anîbûn.
Li ser medya civakî gelek bertek nîşanî wê bêehlaqiya wî kesî hat nîşandan ku hat xwestin dozger û dadgehên Tirkiyê ji bo sizadana wî kesî bikevin tevgerê.