TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê: Em ê her dem li kêleka dostên xwe bin

Admin H
Nivîskar
📅 18 tebax 2026 23:26

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler peyamek pêşkeşî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û tê de êrîşa dronî ya li ser nivîsgaha wî ya taybet a li Hewlêrê bi tundî şermezar kir.

Guler got, wî bi nîgeraniyeke kûr agahî li ser vê êrîşê wergirtiye û teqez kir ku ev destdirêjiya ku aramiya herêmê dike armac "bi ti awayî nayê qebûlkirin."

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê piştgiriya welatê xwe ji bo Mesrûr Barzanî û Herêma Kurdistanê nîşan da û ragihand ku Tirkiye dê her dem li dijî wan aliyên ku dixwazin herêmê bikişînin nav alozî û aloziyan li kêleka dostên xwe bisekine.

Guler her wiha daxwaz û hêviya xwe ya ji bo çespandina aştî, ewlehî û aramiya mayînde li herêmê û ji bo Serokê Hikûmetê jî daxwaza tenduristî û serkeftinê anî ziman.

Parve bike: