TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Yaşar Guler civiyan

Admin H
Nivîskar
📅 18 nîsan 2026 10:46

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro roja Şemiyê 18ê Nîsana 2026an, di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Yaşar Guler re hevdîtinek pêk anî.

Di hevdîtinê de, her du aliyan bal kişandin ser peywendiyên dualî û hevkariyên di warê leşkerî û berevaniyê de. Hate diyarkirin ku rewşa dawî ya Rojhilata Navîn mijara sereke ya civînê bûye.

Her du aliyan li ser girîngiya hevahengiya ji bo parastina sînoran û rûbirûbûna metirsiyên ewlehiyê yên li ser herêmê axivîn.

Hate destnîşankirin ku ji bo îstîkrara Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê, berdewamiya diyalog û hevkariya di warê ewlehiyê de pêwîstiyeke stratejîk e.

Nêçîrvan Barzanî, doh jî di heman forumê de bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hatibû ba hev.

Parve bike: