Wezîrên Berewanîyê yê Iran û Iraqê li Samê civîyan
PeyamaKurd - Li paytexta Sûriyê bajarê Şamê wezîrên berevaniyê yên Sûriyê, Îran û serokerkanê artêşa Iraqê civiyan, di konfransa rojnamevanî de Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê Elî Ebdella Eyûb tekezî li ser wê yekê kir, ku hikûmeta welatê wî dê hemû cografyaya Sûriyê kontrol bike, di nav de jî Idlib. Herwiha behsa rojhilatê Feratê jî kir û got.
Amerîka û hêzên derveyî wê jî derkevin û hêza Amerîka li rojhilatê Feratê weke hêzeke dagîrker binav kir.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Berevaniya İranê Mihemed Hisên Baqirî- da xuyakirin ku hebûna İranê li Sûriyê û Iraqê jî yasayî ye. Serokerkanê Artêşa Iraqê Osman Xanimî tekezî li ser peywendiyên hevbeş yên di navbera Iraq û Sûriyê de kir.
Wezîrê Berevaniya Sûriyê wiha got: “Derbarê rojhilatê Feratê de hebûna Amerîka û xeynî Amerîka li wê derê dagîrkariye, bê guman Amerîka zilhêz e, lê artêşa Sûriyê amade ye wê û xeynî wê jî derxînin, hebûna Amerîka li rojhilatê Feratê neyasayî ye, û divê ew derkeve, ji ber ew hêzek dagîrkere.”
Wezîrê Berevaniyê yê Iranê Mihemed Hisên Baqirî- da xuyanêkirin, ku hebûna İran li Sûriyê û Iraqê yasayî ye, bi gotina navborî ew yek jî li ser daxwaza herdû welatan hatiye kirin.
Mihemed Hisên Baqirî jî got: “Herdû dewletan Sûriyê û Iraqê daxwaz ji komara İran a Islamî û hêzên çekdar ên İranê kirin, ku piştgîriya wan bikin, em bi awayekî yasayî li herdû welatanin, herwiha bi rêya şêwirmendan û karûbarên lojestîkî jî me piştîvaniya wan kiriye.”