Cîhan
Wezîrên Yûnan û Tirkiyê pistî krîza Rojhilatê Derya Spî cara yekem rûbirû civiyan
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Nikos Dendias piştî krîza Rojhilatê Derya Spî yekem car rûbirû hevdîtin pêk anîn.
Çavuşoglu û Dendias li paytexta Slovakya Bratislavayê dema lidarxistina Komcivîna Ewlekariya Gerdunî (GLOBSEC) civiyan û mijarên nakok ên dualî yên li ser Rojhilatê Derya Spî û Qibrisê gotûbêj kirin.
Hat zanîn ku hevdîtin çend deqeyan tenê dom kiriye û biryara vekirina bajarê Maraşê piştî 46 salan ji aliyê rêveberiya Bakurê Qibrisê ve jî hatiye rojevê.
Hat diyarkirin ku wê hevdîtinên herdu aliyan li ser mijarên nakok berdewam bikin.