TR KU SO
FB X
Cîhan

WSJ: Baweriya Trump bi dîplomasiyê nemaye

Admin H
Nivîskar
📅 24 tîrmeh 2026 18:25

PeyamaKurd - Li gorî nûçeya rojnameya Wall Street Journalê (WSJ), Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber dirêjbûna şerê Îranê bêzar bûye û baweriya wî bi rêyên dîplomatîk nemaye.

Berpirsekî pilebilind ê îdareya Amerîkayê eşkere kir ku Trump gihîştiye wê baweriyê ku Îranî tenê ji zimanê hêzê fêm dikin. Trump dilgiran e ku şerê ku wî bawer dikir dê di çend hefteyan de bi dawî bibe, niha ketiye meha xwe ya pêncan.

Endamê Komarî ê Komîteya Pêwendiyên Derve Michael McCaul anî ziman ku Serok vedigere ser vebijêrka leşkerî, lewma niha Amerîka hêz, tîmên bijîşkî û çekên zêdetir dişîne herêmê daku operasyonên dijwar encam bide.

Parve bike: