TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump got "leza me nîne" Araqçî: Pêvajoya dîplomasiyê bi mercê rêzgirtina DYAyê ve girêdayî ye

Admin H
Nivîskar
📅 28 tebax 2026 13:22

PeyamaKurd - Trump got "leza me nîne" Araqçî: Pêvajoya dîplomasiyê bi mercê rêzgirtina DYAyê ve girêdayî ye

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî di daxuyaniya xwe ya roja înê de ragihand ku ji bo ji nû ve destpêkirina dîplomasiyê divê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pabendî berpirsiyariyên xwe bibe û zextên li ser Tehranê rawestîne.

Araqçî bal kişand ser hevdîtinên xwe yên bi Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemmed bîn Ebdulrahman Al Thani re û anî ziman ku dîplomasî ne nepêkan e, lê divê Washington fêm bike ku siyaseta zextê bi ser nakeve.

Ev gotinên Araqçî piştî çendîn hevdîtinên dîplomatîk ên bi navbeynkariya Qeter, Oman û Pakistanê û daxuyaniyên tund ên rêveberiya DYAyê hatin kirin.

Ji aliyê din ve, Serokê DYAyê Donald Trump di daxuyaniyekê de diyar kir ku ew lezê nakin ji bo ku bi Îranê re li ser masa danûstandinan rûnên û got ku tu pilana wan a hevdîtinê nîne.

Qesra Spî û Wezareta Xezîneyê ya DYAyê bal kişandin ser berdewamiya projeya "Operation Economic Outcast" a ku aboriya Îranê dike armanc û destnîşan kirin ku heta Îran nêzîkatiyek rast nîşan nede, zextên aborî û ceza dê zêdetir bibin.

Ligel van zextan, pênaseya kordora hevbeş a deryayî û paqijkirina mayînan li Tengava Hurmuzê di rojeva hevdîtinên herêmî yên Îranê de dimîne.

Parve bike: