TR KU SO
FB X
Cîhan

WSJ: Dê bo Facebookê 5 mîlyar dolar ceza bê birîn

Admin M
Nivîskar
📅 14 tîrmeh 2019 00:35

PeyamaKurd- Rojname ya Wall Street Journal ragihand ku Komîsyona Bazirganî ya Federal ya Amerîkayê di derbarê facebookê de lêpirsîn daye destpêkirin û xwe amade dike da 5 mîlyar dolar ceza bide Facebookê. Ceza bi sedema îhlala agahiyên taybet ku ji aliyê facebookê de hatine îhlalkirin an nehatine parastin hatibû destpêkirin.

Li gor ragihandina WSJ ê; di komîsyonê de, di dema dengdanê de 3 kes deng dane da ceza bê birîn û 2 endam li dij ceza derketine. Cezayê ku bidin li dora 5 mîlyar dolar e. Facebook jî di nîsana borî de heman texmînê kiribû.

Di dîroka cezadayîna bo medya civakî de, ev ceza cezayê harî zêde ye û ji deha yekê aqara facebookê piçek kêmtire. Facebook salane li dora 55 mîlyar dolarî pere qezenc dike.

Parve bike: