TR KU SO
FB X
Cîhan

WSJ: Trump pêşniyara agirbesê ya ji bo 7 rojan red kir

Admin M
Nivîskar
📅 26 îlon 2026 11:35

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku serokê DYAyê Donald Trump teklîfa agirbesa Îranê ya ji bo 7 rojan red kiriye. Rayedarên Amerîkayê radigihînin ku piştî hilbijartinên meha 11an, dibe bombebarana ser Îranê dest pêbike.

Ragihandin ji aliyê rojanama Wall Street Journal (WSJ) de hat kirin. 7 mehe, her cara ku Îran daxwaza agirbesê û muzakereyan kiriye, Trump qebûl kiriye lê Trump vê carê agirbesê qebûl nekir.

Di teklîfa Îranê de hatibû ku 7 roj navberê bidin şer û di navê de, ji bo peymanekî mayînde ber lê vekin. Di plana Îranê de daxwazên ku hebûn; rakirina dorpêça ser lîmanên Îranê, heyiyên Îranê yên ku Amerîkayê wan rawestandiye serbest berde û givaşên ser îxracata petrolê ya Îranê sist bikin.

Li beranberê van şertan dê Îran Tengava Hurmizê car din vekira, li ser bernama nuklerî bi Amerîka re dest bi muzakereyan bikira. Eger Amerîka van şertan qebûl bikira dê Îran di roja 6an de Tengava Hurmizê vekira û di roja 7an de dest bi muzakereyên nuklerî bikirina.

Li gor rojanama WSJê; Trump ji bo Îranê û navbeynkaran gotiye ku niyeta wî tine ablûka deryayê ji ser Îranê rake. Rêvebiriya Turmp difikire ku givaşa aboriyê ya ser Îranê, dê zorê bide ser Îranê ku daxwazên welatên Ereb û welatên Kendavê zêdetir qebûl bike.

Hevdîtina navbera terefan di rêya welatên wekî Qatar û Pakistanê de dimeşe. Ajansa Reutersê ragihandibû ku di rêya Qatarê de, di navbera DYA û Îranê de 2 seet hevdîtin bûye û li ser rakirina ablûka deryayê û pêşniyara vekirina Tengava Hurmizê raveyan kirine.

Parve bike: