TR KU SO
FB X
Cîhan

WSJ: Wê Amerîka bombeyên zîrek ji Îsraîlê re bisîne

Admin H
Nivîskar
📅 08 mijdar 2023 01:04

PeyamaKurd - Rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî ragihand ku dê Amerîka bi nirxê 320 milyon dolaran bombeyên zîrek ên hesas û dûravêj ji bo şerê Xezeyê ji Îsraîlê re bişîne.

WSJê di nûçeya xwe de ragihandiye, Serokê Amerîkayê Joe Biden plana şandina bombeyên zîrek ên Spice yên piravêj bo Îsraîlê, 31ê Cotmehê Kongreya Amerîkayê agahdar kiriye.

Piştî vê nûçeya WSJê ajansa Reutersê jî bi çavkaniyên Koşka Spî û Pentagonê plana Amerîkayê piştrast kir.

Bombeyên zîrek ên Spice ji balafiran têne avêtin û ji bo armancên nûqteyî têne bikaranîn.

Parve bike: