Xamaneyî: Erka me ya sereke tolhildana Heniye ye
PeyamaKurd – Piştî ku Hamasê ragihand serokê wê Îsmaîl Heniye di encama hêrişeke mûşekî ya li Tehrana paytexta Îranê de jiyana xwe ji dest daye, tengijîna şerekî mezin ji nû ve li dar bû.
Rêberê olî yê Îranê Elî Xamaneyî, ku payedarê herî bilind ê qada olî û siyasetê ye, bi daxuyaniyekê ragihand ku erka wan a sereke ew ê ku tola Îsmaîl Heniye bistînin.
Hemasê, da zanîn ku Îsmaîl Heniye di encama hêrişeke mûşekî de jiyana xwe ji dest daye û ji ber vê hêrişê Îsraîlê tawanbar kir û soza tolhildanê da.
Hemasê di daxuyaniya xwe ya aşkerekirina kuştina Heniye de diyar kir ku Haniye li gorî demjimêra herêmî di 02.00an de di encama êrîşa Îsraîlê ya li dijî mala wî ya li Tehranê de jiyana xwe ji dest daye.
Îsmaîl Heniye, ji bo beşdarî merasima sondxwarina Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan bibe li Tehranê bû.