TR KU SO
FB X
Cîhan

Xaminey: Ji sedî 60ê neçûne ser sindoqan ne dijberê rejîma Îranê ne

Admin H
Nivîskar
📅 04 tîrmeh 2024 20:30

PeyamaKurd – Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xaminey, beşdariya kêm a çûna ser sindoqan di hilbijartinên serokomariya Îranê de axivî û got, welatiyên neçûnê ser sindoqan (rêjeya beşadariyê %40 bû) ne li dijî rêveberiya Îranê ne.

Xaminey li Zankoya Şehîd Mutahharî ya Îlahiyatê axivî û got ku nerast e ji sedî 60ê gel dijberê rejîmê ye û li ser hilbijartinên 28ê Hezîranê yên serokomariyê diyar kir, “Beşdariya gera yekem a hilbijartinan kêm bû û di bin rêjeya dihat hêvîkirin de bû. Divê sedemên vê ji aliyê siyasetmedar û civaknasan ve bê lêkolînkirin.”

Xanimey herwiha ji bo gera duyem a hilbijartinên serokomariyê ku du namzed hevrikiyê dikin jî banga beşdariyê kir û got, gera duyem a hilbijartinê gelekî girîng e.

Parve bike: