TR KU SO
FB X
Cîhan

Xebereke din a ne xwes bo Îranê

📅 07 hezîran 2018 03:34

PeyamaKurd - Şîrketa çêkirina balafirên geştiyariyê ya Boing a Fransayê ragihand ku tu balafirê radestî Îranê nakin. Herwiha herdu kompaniyên Peugeot û Citroen diyar kirin ku faliyetên xwe yên li Îranê didin sekinandin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji rêkeftina atomî ya Îranê vekişiya, piştre kompaniyên mezin ên cîhanê yek bi yek li pev hev girêbestên xwe yên li gel Îranê betal dikin.

Ajansa nûçeyan a Fransayê ragihand ku berdevkê kompaniya çêkirina balafiran a Boing ragihandiye ku ti balafirek radestî Îranê nakin û ti balafir nedane jî, ji ber ku niha û di vê demê de rê li ber me tine ku em balafir bifiroşin Îranê.

Li gor girêbesta Kompaniya Esmanî ya Îranê, biryar bû Kompaniya Boing 80 balafir radestî Îranê bike, diviyabû 50 balafirên modela 737 û 30 balafir jî ji modela 777 bin û di nav 10 salan de radestî Iran Air bikin. Buhayê girêbestê zêdetirî 16 milyar dolar bû.

Betalkirina girêbesta Boing li gel Îranê di demekê de ye ku roja duşemê, herdu kompaniyên Fransayê yên çêkirina otomobîlan ên Peugeot û Citroen ragihandibûn ku sermayeguzariyên xwe yên li Îranê radiwestînin.

Parve bike: