Xezze | Rawestana însanî destpê kir
PeyamaKurd – Bi peymana di navbera Hamas û Îsraîlê de rawestana însanî ya ku wê 4 rojan êrîşên li ser Xezzeyê rawestîne û pevguhertina girtiyan û alîkariya însanî destpê kir.
Berî destpêkirina rawestana însanî bi deqîqeyan, hat ragihandin ku li peravên Sderotê ku bajarê herî nêz ê Îsraîl ê ji Şerîda Xezzeyê re ye, şer û pevçûnên bi çek û teqînên dijwar didomin.
Ji Şerîda Xezzeyê ber bi Îsraîlê ve roket hatin avêtin û li herêmê sîrenên êrîşê hatin lêxistin.
Li gorî plana lihevkirinê ya ku Wezareta Karên Derve ya Qeterê ragihand, piştî ku Îsraîl û Hamas ji saet 07:00 (08:00) pê ve pevçûnên li Şerîda Xezzeyê rawestînin wê ji Deriyê Sînor ê Refahê ji bo Şerîda Xezzeyê alîkariyên mirovî destpê bikin.
Li gorî hejmarên ku Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, li Şerîda Xezzeyê ya ku Îsraîlê dorpêç zêde kiriye û bênavber êrîş dike 1,7 milyon kes koçber bûne. Ji bo bi deh hezaran Filistîniyên ku tê gotin li bakur û bakurrojavayê Şerîda Xezzeyê ku felaketa însanî û wêranî lê giran e lê dimînin, plana şandina alîkariyê nehatiye ragihandin.