Li Xezzeyê rawestana însanî dîsa hat dirêjkirin
PeyamaKurd – Qeterê ragihand ku rawestana însanî ya di navbera Îsraîl û Hamasê de 24 saetên din hat dirêjkirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Mecîd el-Ensarî di daxuyaniya xwe de diyar kir, di çarçoveya peymana ku beriya niha di navbera Îsraîl û Hamasê de hatibû kirin de betlaneya însanî rojeke din hat dirêjkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de agahî nehat dayîn ku "rawestina însanî" çend rojan hatiye dirêjkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li gorî hewldanên navbeynkaran, berdana girtiyan û rawestandina operasyonan li gorî şert û mercên çarçoweyê, wê bidome."
Ji aliyê din ve di daxuyaniya nivîskî ya Hamasê de hat gotin, biryar hatiye dayîn ku "rawesrtina însanî" rojekê were dirêjkirin.
Di çarçoveya peymana pevguhertina girtiyan a di navbera Îsraîl û Hamasê de hat kirin de, biryar hat dayîn ku di pevçûnên li Xezzeyê yên di 24ê Mijdarê de 4 rojan "rawestana însanî" bê girtin.
Piştî danûstandinên nerasterast bi navbeynkariya Qeter û Misirê, ev pevguhertina girtiyan û "veqetîna însanî" 2 rojên din hat dirêjkirin.
-Serdana Blinken ya Tel Avîvê
Yekem rawestgeha gera sêyem ya wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji 7ê Cotmehê û vir ve Îsraîl bû.
Di çarçoveya serdanê de tê çaverêkirin ku Blinken bi rayedarên Îsraîlî re li ser peymana mirovî ya li Xezzeyê, serbestberdana girtiyên di destê Hamasê de û alîkariya ji bo Xezzeyê re gotûbêj bike.
Tê payîn ku Blinken piştî têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re gera xwe ya Rojhilata Navîn bidomîne.