Xi Jinping piştî 7 salan serdana Koreya Bakur dike
PeyamaKurd - Serokê Çînê û Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst Xi Jinping wê di 8-9ê Hezîranê de bi vexwendina serokê Koreya Bakur Kim Jong-un serdaneke fermî bike.
Têkiliyên asta bilind di navbera Çîn û Koreya Bakur de dîsa lez digirin û Serokê Çînê Xi Jinping piştî heft salan cara yekem serdana Koreya Bakur dike.
Daxuyaniyek ji Beşa Karûbarên Navneteweyî ya Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Çînê (CCP) ragihand ku serdan li ser vexwendina serokê Koreya Bakur Kim Jong-un pêk tê.
Di dema serdanê de, tê payîn ku Xi Jinping hem hevdîtinên yek-bi-yek û hem jî civînên di asta heyetan de li dar bixe. Tê bawerkirin ku nîqaş wê têkiliyên dualî û herwiha mijarên ewlehiya herêmî vehewîne.
Serdana fermî ya dawî ya Xi Jinping bo Koreya Bakur di sala 2019an de, berî pandemiya COVID-19 bû. Bi vî awayî, serokê Çînê wê piştî nêzîkî 7 salan dîsa serdana Pyongyangê bike.