Cîhan
Xortê ket ava kanala DSİyê fetisî
PeyamaKurd – Li bajarê Adana li navça Ceyhanê li taxa Gulbahçeci xortê bi navê Harun Dalçek (15) dema ket ava kanala DSİyê da xwe hînik bike, ket ber pêlên avê û av ew bi xwe re bir.
Tîmên rizgarkirinê çûn ciyê rûdanê û Harun Dalçek ji ava kanalê derxistin û wî birin nexweşxanê. Lê Dalçek li nexweşxanê wefat kir.
Cenazê Dalçek birin morga tiba edlî ya bajarê Adanayê ji bo otopsiyê. Polîs lêpirsîna xwe ya li ser rûdanê dewam dike.