TR KU SO
FB X
Cîhan

Xwepêsanderan rêyên çûnûhatina Tehranê girtin

Admin H
Nivîskar
📅 17 mijdar 2019 14:08

PeyamaKurd – Xwepêşandanên dijî rejîma Îranê ku bi hinceta protestokirina bihakirina benzînê dest pê kirin, li bêhtirî 30 bajarên îranê û Rojhilatê Kurdistanê belav bûn.

Li gorî amarên dawî yên xwepêşandanên roja Şemiyê herî kêm 11 kesan di encama êrîşên hêzên ewlekariyê de can daye û gelek kes jî birîndar bûn.

Di xwepêşandanan de avahiyên gelek sazî û dezgehên dewletê jî hatin şewitandin û li paytext Tehranê jî rêyên ketin û derketina bajêr ji aliyê xwepêşanderan ve hatin girtin.

Di xwepêşendanan de li dijî rejîma Îranê diruşme tên qêrîn û wêneyên Xamaney û Humeynî jî hatin şewitandin. Li gorî amaran herî kêm 70 avahiyên dewletê ku şaredarî jî di nav de hatine şewitandin.

Hêzên Îranê bi destwerdaneke tund bersiva xwepêşanderan didin.

Parve bike: