TR KU SO
FB X
Cîhan

Xwepêsanderekî din li Îranê hat îdamkirin

Admin L
Nivîskar
📅 12 berfanbar 2022 16:03

PeyamaKurd Xwepêşanderekî din ku di xwepêşandanên Jîna Emînî de hatibû binçavkirin û girtin, ji aliyê Îranê ve hat îdamkirin.

Nûçegihaniya Mîzan a ser bi dezgeha dadweriya Îranê ve diyar kir, îro danê sibê ciwanê bi navê Mecîdreza Rehnewerd ku bi tohmeta “dijberiya rejîma Îslamî” hatibû girtin, hatiye îdamkirin.

Di nûçeyê de hat ragihandin, Mecîdreza Rehnewerd bi îdiaya "Li bakurê rojhilatê Îranê 2 polîs kuştine û 4 jî birîndar kirine" hat darizandin û di 29ê Mijdarê de cezayê darvekirinê lê hat birîn.

Yekemîn cezayê darvekirinê di 8ê Kanûnê de hat birîn. Muhsîn Şikarî ku di xwepêşandanan de hatibû girtin, di 20ê Mijdarê de bi tohmeta “hilgirtina çekan, rêgirtin, rawestandina wesayîtan, binpêkirina ewlehiyê, şerê bi hêzên milîs (Beşîc), birîndarkirina pasewanekî, şerê li dijî dewletê" bi cezayê îdamê hat mehkûmkirin.

Heta niha 11 xwepêşanderên ku beşdarî xwepêşandanên Jîna Emînî bûne, bi îdamê hatine mehkûmkirin.

Saziya Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ku navenda wê li Norwêcê ye, di rapora xwe ya dawî de diyar kir, di encama mudaxeleya hêzên ewlehiyê yên li kolanan de ku piştî mirina Jîna Emînî ya 24 salî destpê kiribû, 458 xwepêşanderan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 18 hezar kes jî hatin binçavkirin.

Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya welat de cih girtine, di xwepêşandanan de zêdetirî 60 pasewan jiyana xwe ji dest dane.

HÊMÎ KÊM 21 KES BI DARVEKIRINÊ TÊN DARIZANDIN

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di 16ê Mijdarê de rapora xwe ya derbarê cezayên darvekirinê yên li Îranê de weşand.

Di raporê de hat diyarkirin, herî kêm 21 kesên ku di çarçoveya çalakiyan de hatibûn binçavkirin bi cezayê darvekirinê hatin darizandin. Di rapora rêxistinê de hat diyarkirin, navê 5 kesên cezayê îdamê lê hatiye birîn Muhammed Kubadlu, Menuçehr Mihmannevaz, Mahan Sedarat Medenî, Muhammed Burugani û Sehend Nur Muhammedzade ne.

Di daxuyaniyê de, hikûmeta Îranê bi "bikaranîna cezayê îdamê bi awayekî hovane ji bo tepeserkirina serhildana gel bi awayekî hovane" hat tawanbarkirin.

 
Parve bike: