TR KU SO
FB X
Cîhan

YA pêvajoya endamtiya welatên Moldova û Gurcistanê da destpêkirin

Admin M
Nivîskar
📅 13 nîsan 2022 01:33

PeyamaKurd – Berpirsê ji Cîrantiyê û Geşepêdanê yê Komîsyona Yekîtiya Awrûpayê Oliver Varhelyi ragihand ku YA yê pêvajoya endamtiya welatên Moldova û Gurcistanê daye destpêkirin.

Oliver Varhelyi di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku li Luksembûrgê wezîrê karên derve yê Moldovayê Nicu Popescu û wezîrê karên derve yê Gurcistanê Ilia Darchiashvili ji bo seredana endamtiya YA yê anketa seredanê dagirtine û dane wan. Oliver weha got:

“Pêngava yekem. Em amade ne ku bilez dewam bikin. Ji ber hun çiqas zû anketê dagirin, em ê karibin ewqas zû fikra xwe ji bo YA yê pêşkêş bikin.”

Di wexta ku seroka Komisyona Awrûpayê Von der Leyen seredana Kîevê kiribû, anketê dabû serokê dewleta ÛKraynayê Vladimir Zelenskiy. Zelenskiy gotibû wê di nav yek hefteyekî de anketê dagire û bide YA yê.

Parve bike: