TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mazlum Ebdî: Pêvajoya entegrasyonê gihîştiye qonaxên dawî

Admin H
Nivîskar
📅 09 cotmeh 2026 14:38

PeyamaKurd - Şêwirmendê Serokomariya Sûriyeyê Mazlum Ebdî li bajarê Til Temirê yê bakurê rojhilatê welêt bi welatiyan û pêşengên civakê re civiyek pêk anî û li ser pêvajoya entegrasyonê ya di çarçoveya Peymana 29ê Rêbendanê de axivî.

Li gorî nûçeya ANHAyê, Abdi di civînê de diyar kir ku tevî hemû hewldanên ji bo têkbirinê, bi saya baweriya bi gavên hatine avêtin, pêvajo gihiştiye qonaxên dawî.

Ebdî da zanîn ku kurdî di warê perwerdehiyê de bûye zimanekî fermî û ji bo misogerkirina mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî xebat berdewam dikin.

Her wiha bang li malbatan kir ku zarokên xwe ji bo fêrbûna zimanê xwe yê dayikê bişînin dibistanan û ev yek wekî beşeke bingehîn a nasnameya Sûriyeyê bi nav kir.

Di axaftina xwe de Ebdî ragihand ku ji bo şopandina doza windayan komîteyeke taybet hatiye avakirin û tekez kir ku ew ê destûrê nedin tu kesî ku li herêmê fitne û aloziyê derxe.

Ebdî got, "Em di pêvajoya aştiyê de bi biryar in û gavekê jî paş de navên."

Parve bike: