TR KU SO
FB X
Cîhan

Yekîtiya Awrûpayê gazî Balyozê xwe yê Rûsya kir

Admin M
Nivîskar
📅 24 adar 2018 01:09

Krîza sîxuran di navbera Rûsya û Awrûpa de her diçe mezin dibe. Yekîtiya Awrûpayê li ser kuştina sîxurê kevin yê Rûsya yê dualî Skripal û keça wî Yulia ku li Brîtanya bi xaza asabiyetê hatibûn kuştin, bo şêwrê bangî balyozê xwe kirin da bi paşde were.

Brîtanya dibêje ku ajan Skripal û keça wî ji aliyê Rûsan de hatiye kuştin û li ser bûyerê Yekîtiya Awrûpayê balyozê xwe yê li Moskovayê Markus Ederer bo îstîşareyan bangî wî kirine.

Serokê Fransayê Macron, serokwezîra Brîtanya May û serokwezîra  Almanya Merkel di zîrwe ya Yekîtiya Awrûpayê de hatin cem hev û biryara banga balyozê YA dan.

Rûsya jî dibêje ku ti têkiliya wan bi kuştina bav û keça wî tine ye û bê ku delîleka wan hebe, Rûsyayê sûcdar dikin.

Parve bike: