Cîhan
YEyê 345 milyon dolar bo penaberên Sûriyê terxan kir
PeyamaKurd – Seroka Komisyona Yekîtiya Ewropa (YE) Ursula van der Leyen ragihand ku YEyê 345 milyon dolar alîkariyên mirovî ji bo penaberên Sûriyê yên li Herêma Kurdistan û Iraqê re terxan kiriye.
Di roja duyem a Korbenda Aboriya Cîhanê ya Davosê de, Seroka Komisyona Ewropa Ursula von der Leyen di gotara xwe de ragihand, di bernameya Yekîtiya Ewropa ya sala 2020an de biryar hatiye dayîn 900 milyon Euro alîkariyên mirovî bo penaberan bê terxankirin.
Leyen got, ji wan pereyan beşek jê para şer ji bo penaberên Rojhilata Navîn e û 345 milyon dolar jî ji bo penaberên Sûrî yên li Herêma Kurdistan û Iraqê ne, hatiye terxankirin.