Cîhan
YEyê hisyarî da: Hin welat Iraqê weke qada serê wekaletê bikar tînin
PeyamaKurd – Nûnerê Yekîtiya Ewropayê (YE) li Bexdayê Martin Huth ragihand ku hin welat xaka Iraqê ji bo şerê xwe yê bi wekalet bikar tînin û welatên biyanî dixwazin ajandayên xwe li ser Iraqê pêk bînin.
Martin Huth îro 12ê Çile li ser xetereya rewşa ewlehiyê bikaranîna xaka Iraqê wekî qada şerê wekaletê hişyarî da û got, hin hêzên biyanî ji bo pêkanîna ajandeyên xwe yên herêmî, Iraqê weke qadeke şerê wekaletê bi kar tînin û ev jî bê îstiqrariya navxweyî û herêmî zêdetir dike.
Huth destnîşan kir, ji bo îstiqrara herêmê berjewendiya her kesî tê de heye ku beşdarî avakirina dewleta Iraqê ya pêşketî, xurt, bi îstiqrar û xwedî serwerî bibe.