TR KU SO
FB X
Cîhan

Yunanistan: Divê Tirkiye dev ji santaja penaberan berde

Admin H
Nivîskar
📅 21 mijdar 2019 23:53

PeyamaKurd - Wezîrê Polîtîkayên Koçê yê Yunanistanê Yorgo Kûmûçakos, ragihand ku divê Tirkiye dev ji şantaja penaberan berde ku bi wî awayî dixwaze zêdetir alîkariya darayî ji Ewropayê bistîne.

Wezîrê Polîtîkayên Koçê yê Yunanistanê Yorgo Kûmûçakos got, divê Tirkiye ji bo girtina hê zêdetir piştgiriya darayî ya ji Yekitiya Ewropayê, penaberan ji xwe re wekî şantajê bikar nayîne.

Kûmûçakos ji AFPê re derbarê mijarê de wiha gotiye: "Tirkiye, tim dubare dike ku dê deriyan veke, penaber jî ji bo vekirinê ber bi deriyan ve biçin."  

Kûmûçakos herwiha da xuyakirin ku ji meha gulanê ve hejmara penaberên ku hatine  peravên Yunanistanê ji sedî 240 zêde bûne. 

Parve bike: